dolmetscher-sukru@hotmail.de

Platzhalter-Bild

info@suekrue-kaska.de

Zimanê Kurdî

Xuşsk û birayên hêja !

Li goriya dîtina min, çewa ola me yeke û em dibêjin “Kurdên resen Êzîdî ne”, wusa jî divê ku di hemû malper û kovarên me Êzîdiyan de, ji yên her Kurdî zêdetir bi zimanê Kurdî biye xwandin û bê nivîsandin. Ji xwe zimanê Kurdî û elfaba Kurdî ji ber deng û hevokên qewlên Êzîdiyatiyê hatine afirandin.

db_Kemal_Tolan
Vêca, eger em bi rastî dixwazin Êzîdiyatiyê nas bikin û dîroka ola Êzîdiyatiyê başs bidine naskirin, divê em zimanê nivîsandina xwe jî weke ya axaftina ku em Êzîdiyên li hemû deverên cîhanê û Kurdîstanê bi devkî ji hevûdinê fahm dikin başs nasbikin û wusa jî em tev bi yek elfabe yeke Kurdî ya bi tîpên latînî, bi nivisînin û bixwînen.


Ji xwe heta em Êzîdî biberheve neçin û em nikaribin rê û rêsmên xwe bi hevre di tifaqeke r
ast de tomar û saxbikin, dê serê me yê di rêya Êzîdiyatiyê de hêjî nizmtir bive.


Ez ji Xwedê û Tawisî-Melek hêvî dikim ku, em Kurd jî karibin ji vir û pêde di malper, kovar û rojnamên xwe de weke her xelqî bi zimanê xwe û bi yek elfabe yekê bini
visînen û bixwînen!*1“

Hêvîdarim ku pispor, zane, ilimdar, nivîskar, rewşsenbîr, lêkolînvan û ramanvanên me Kurd û Êzdiyan hêjî zahmet bidin xwe û bikaribin ciyê gelek ji van kêmasî û valiyên di nava dîrok, kultur û mîtolojiya me Kurdan de hene bi zanist
î dagrin. Da ku em Êzdiyên li nav û derveyî welat de dijîn jî, bikaribin bi xebat û zanîna xwe hîna zêdetir ji civak, armanc û mafên xwe ra xwedî derkevin.

Ez sala 2010 an li tevayiya mirovatiyê û bi taybetî jî li me hemû bawermendên Ezdahîtiyê pîroz diki
m.
Hêvîdarim ku wekhevî, aşstî û azadiya kesayetiya me û ya tevahiya gel û olan hersal bi xêr û xweşsî zêdetir bive !
Silav û hurmet
28.12.09


Çavkanî :

*http://www.yeziden.de/forum2008/index.php?page=Thread&postID=7920&highlight=Kemal+Tolan#post7920

 

[Zîmane Kurdi]