|
„Li welet min di qada hunerede gavik avet“ Bexşsî Günay & Zerdeşst Mêrdînî

Gava ku ez ji we bipirsim, Zerdeşst Merdînî kîye, hunê wî çawa bi me bidin naskirin?
Zerdeşst Merdînî li Mêrdînê navça Midyadê hatîya dinê.
Hetanî sala 1985 ez li weletbum di sala 85´de me koçî Elmanya kir. Li welat ez karim bejim, sedema hişst ku alaqa min jibo hunerê çêbibê Hunermendên wê demê li herêmê navdar Hozan Dilgeşs û Miradê kinê bun. Ez karim bêjim ku di qada hunerêde min li welat gavik avêtin û bi derketina ji welat, di qada hunerêde meşsîyam. Sebeb hem derfetên zêde û hem ji durketina min ji warê min.
Mirov dikarê bejê ku li welat xebatek hunerê heremi bu û bi derketina ji welat bu netewi? jiber ku derfeta xebatek hunêrî bi hemu beşsên Kurdistanê re?
Ev ji sedi sed raste. Dema ku ez nu hatibum Elmanya, hunermendên ku dibeşsa folkorîde xebat dikir hindik bun, jiber ve yeke tekilîyên me zu bi hevre çebun.
Mirov dikarê bêjê ku li welêt hunermendîya herêmîbu, li Ewrupa derfeta netewbunê çêbu. Jiber ku li Ewrupa derfeta Hunermendên Kurd çêbu ku xwe bighînin hemu beşsên Kurdistanê û çêbuna hevdunaskirina Hunermendên Kurd ji hemu beşsên din ê Kurdistanê?
Ev rastîyeke, jiber ku li welat ne derfeta tekniki hebu, nejî derfeta têkilîya bi hunermendên beşsên din ê Kurdistanê re. Heger hebujî gelekî bi sînorbu. Li Ewrupa bi rastî jî weke ku te jî got, derfet hem ji alîyê Teknîkîve çêbun, hemjî ew sînorên ku welatê me kirîye 4 perçe, li ewrupa tuneye, bi vê munasebetê jî em gelekî rihat dikarin weke hunermen ji hunera herçar parçên Kurdistanê fêde bistînîn û hunera xwe jî pêşskêşsî herçar perçe Kurdistanê bikin.
Û evjî weke hunermend mirova motive dikê. Min demek dirêj giranîya xwe da ser beşsa folklorîk yani weke ku tu jî dizanin dawet, şsiranî û şsahîyên din. Duvre jî ez geham bahwerîyekê ku xebatek tanê bi vî şsiklî, dibê sebeba xebata min ya huneri bisînor.
Ez hertim dibêjim kesên di bessa hunerêde û liser zimanê kurdî xebatê dikin gelekî bi ssansîn. Jiber ku ji alîyê hunerî û zimanda Gelê Kurd ê herî dewlemende. Jiber vê yekê, dibêjîm hunermendên ku di bessa folklorêde xebat kirine, kahnîya hunera wan dewlemendtire. Nerîna we di vê derheqêde çîye?

Raste dengbejî ne têde, wekîden hemu hunermend divê bi beşsa folklorik destpêbikê. Jiberku pêşsketîna di beşsa folklorîde di heman wextîde pêşsketina hunermende. Bêguman heger hunermend di ferqa vê yekêdebê. Bi teybetî weke ku te berî niha got, Ewrupa derfetek mezin di beşsa hunerîda didê hunermenda.
Ez mînakekê bidim gava ku tu weke hunermend herê dawetekê, çiqasî daweta herêmekê jî ya Kurdistanê bêjî, di nava wê dawetêde carna mirovên ji hemu beşsên Kurdistanê hene. Û divê weke hunermend bibê bersiva xwesteka civanên Kurde en hemu beşsên Kurdistanê.
Gava ku hunermend di ferqa berpirsyarîya xwe debê, wî wextî bixwazê nexwazê divê xwe di vê beşsêde pêşsve bibê. Jiber ku li welat di beşsa folklorîde berpirsîyarî ne hawqa berfireh bu.
Mirov karê bêjê ku Hunermendên li Ewrupa hunermenden netewîne?
Belê, mirov dikarê bêjê.
Xebata hunermend Zerdeşst Mêrdînî, pişstî hatîna Elmanya çawa berdewamkir?
Weke min berî niha jî got, min li Elmanya jî di bessa Folklorîde xebata xwe berdewamkir. Di destpekkede bi tenê, dipeyra ez gihişstim qenahatekê ku, pêwistî bi komekê heye. Jiber ku ew sînorê di nava axa welatê mede, li ewrupa nemabu û weke hunermend, ji min dihat xwestin ku di beşsa folklorîde bibim bersiva ciwanên hemu beşsê Kurdistanê. Di destpekêde min astengî kişsand, min hewl da ku ez vê pirsgirêkê bi avakirina Koma Mêrdîn çareser bikim.
Bi vê minasebetê min Koma Mêrdîn avakir. Xebata me weke Koma Mêrdîn biqasî 2 sala bedewamkir. Pişstî 2 sala jiber pirsgirêken şsaxşsî ên endamê Koma Mêrdîn, neçar man ku ji Komê biqetihin. Dipey qetandina hevalen me re, em bi hinek hunermendên dinre hatin cemhev û me Koma Medya avakir. Di avakirina Koma Medya de Evîn jî dest bi hunerê kir.
Vê koma mejî demek dirêj xebatên hunerî kir. Lê weke ku min berî niha got, xebata koma hertim bi sînore, yanî heta deverekê weke kom hun dikarin bi xebitin. Heger weke hunermend hun bixwazin di qada hunerêde xwe bidin xwîya kirin divê hun bixwe tişstekî bikin, yanî divê tu weke hunermend xuliqêrîya xwe ji hezjêkiryê xwere bidê xwîyakirin.
Mirov dikarê bejê ku Komên muzîkê, bi teybetî jibo pêşsketina hunermendaye? Jiber ku di nava Koma muzikê de hunermenden cuda hene, ev hunermend hunera xwe bi hevdu pardikin û ev parkirin jî dibê sebeba pêşsketina hunermend?
Belê ji sedî sed bi wî hewayiye. Ez bi xwejî gihişstim wê qenahatê ku ji niha û şsunda divê ez bixwe tişstekî bi xwe bi afirînim. Helbestan binivîsim, awaza çekim.
Dinav xebatên we ên hunerî weke kom, kassetin hatin tomarkirin?
Weke Koma Mêrdîn me ti album çênekir, lê belê bi navê Koma Medya me albumek bi navê „Aşsîtî“ derxist. Ez karim bêjim ku ew album jî gelekî bi amatorî hate tomarkirin. Jiber ku kêmasîyên me ji alîyê teknîkî gelek bun. Lê dîsa jî ligorî demê ez karim bêjim ku xebatek hêja bu.
Di rêwîtîya dinav hunerêde, Zerdesst Mêrdînî dikurde biyar sitend ku di rêwîtîya hunerêde bitenê bimessê, anjî, ku helbest û awaza bi xwe binivîsê û bêjê?
Bêguman sebebê biryara min, ez karim bêjim ku gelekin. Yani hezjêkirîyên muzîka kurdî. Heta bideverkê mirov dikarê bi helbest û awazên ku hunermendên din afîrandina di qada hunerêde bijî, lê gelê te, anjî hezjêkiryê hunera te, pişstî wextekî nujenîye ji te dixwazin. Yani gel û hezjêkirîyên te, te dikin pêvajoya cerbê (pêsbirk Sinav) heger tu bixwazê di qada hunerde bijî divê tu di vê cerbêde biserkevê.
Weke hun jî dizanîn şsoreşsa medya çêbu, gelek televizîyonên Kurdî çêbun. Jibo ku tu bi hunera xwe ve derkevê şsaşsa televizîyona divê tu di beşsa hunerîde xebatek ligorî standartê medya bikê. Beguman vê yekê hişst ku ji alîyê teknîkîve jî xwe pêşsxim.
Albuma Nû "Me navê bindestî"
Belê birêz Zerdeşst Mêrdînî, ez bahwerim ku di qada hunerêde tu gihişstîya konaxek birumet, şsahidê vê yekê jî albuma te ya bi navê “me navê bindestî”´ye. Ez ne şsasbim ev album zêdetirîn ji helbestên ku gotin û muzîk te bi xwe çêkirîiye. Ez niha jî dixwazim jibo xebatên tê en vê albumê, çend pirsa bikim. Pirsamin yekemîn liser navê albumeye. Navê albumê çima “me navê bindestî” û çîroka vê helbestê çîye?
Biborî birê Bexşsî, ez xwazim berî bersiva te, agahdarîyek din bidim. Ji xeyîn albuma Koma Medya, min bi xwe binavê Zerdeşst Mêrdînî 2 kasetên min hatin tomarkirin. Ez xwazim vê agahdarîyê jî bidim.
Ez bêm ser albuma xwe ya nu, raste piranîya helbest û awaza ên minin. Di ve albuma minde helbestên gelerî, liser cangorîya hene, liser evînîyê hene. Di albuma minde 10 helbestên min hene yek jê jî helbesta min ya binavê me navê bin destî e. çîroka wê ligorî demêye.
Mirov dikarê liser pêvajoya li welatê me, ssîrove bikê, zordestîya birê mezin li birê biçuk şsirove bikê. Çiqasî birê biçuk biaqilbê jî jiber ku, birê mezin bi du sala jê mestirbu, Çiqasî ê biçuk zanebê jî şsensê wî jibo biryar sitendinê tuneye. Lê îro mirov dibînê gelê Kurd edî qîma xwe bi biratîya sexte nayînê û serî liber zordarîyê hildidê û qîma xwe bi bindestîyê nayînê. Jibo navê albumê, gelek hevelên mê pêşsnîyarî kir, ez xwazim bêjim ku tu jî yek ji wanî û min jî ev pêşsnîyarî rast dî û navê albuma xwe kir “me navê bindestî”
Albuma we ji alîyê kîjan firma muzîkê ve hate tomarkirin û klîpê vê helbestê jî hate çekirin. Klîp ji alîyê kêve hate çêkirin?
Albuma min bi arajorîya Mamosta Tanju Duman hate amade kirin. Weke ku tu jî dijanî, amadakarîyê albumê dive ji alîyêm pisporan ve bê amade kirin. Weke ku min berî niha got 2 kasetên min hatin tomar kirin. Ew heru kaset min bixwe amade kiribun. Kemasîyên wan geleki hebun lihev kirina muzîk û deng. Bes gava ku tu bixwazê karekî pirîfesonal bikê divê weke hunermend tu pêssîyê bidê kessên di bessa tonde pispor. Tu ne wek xwe bikê weke aronjorê xwe bikê wê gavê mirov dibînê ku berhemen gelekî xweşs derketîye holê. Ev albuman min dawî, bi wî şsiklî hate amade kirin û ji alîyê fîrma muzîkê Huner ve hate tomar kirin. Weke tê zanîn li welat Huner û li Ewrupa Mîr Muzîk e. klipa min jî ji alîyê Mîr Muzîk ve hate amedekirin.
Hezjêkirîyên we, wê karibin albuma we li ku bistînin?
Weke ku min berî niha jî got li Ewrupa Mîr Muzîk û li Kurdistan û Tirkîyê Huner bela dikê.
Li hemu markêtên muzîkê ên ku bi Mîr Muzîk re kar dikin wê karibin bistînin.
Gotina we ya dawî jibo hezjêkirîyê we û xwendevanên Navenda Çanda Êzîdxan çîye?
Xwesteka min ji hemu guhdarvanên muzika kurdi ku xwedî li hunerê derkevin û jibo albuma min dikarin rexne û pêşsnîyarîyên xwe bi rêya malpera min www.zerdest.debighînin min. jibo temaşsekirina Kilpa "me navê bindestî">>>>
Sipasîya min di kesayeta wede jibo hemu xebatkarên Navenda Nuçên Êzîdxan heye, jiber ku we ev derfet damin ku ez nerina xwe di derbarê huner û agahdarîya di derbarê albuma xwede bidim. Careka din gelekî sipas.
Sipasîya me jî, hem jibo ku we wextê xwe da me û hem jibo ve albuma bi berhemen xweşs heye û di karê wede serkeftinê dixwazin.
|