dolmetscher-sukru@hotmail.de

Platzhalter-Bild

info@suekrue-kaska.de

Ez jî mîna sedayê mezin rahmetiyê Cigerxwîn gotî dibêjim“HAWAR”e û wê „KÎ HILGIRÎ VÎ BARÊ MIN„ !

 

Ez baverim, em ew kesên hinga ku ji Kurdistanê hatine û temanê me hingê 10 sal anjî zêdetir bû, em baş dizanin, dema ku meriv li nav mal, gund, êl, êşîr û bajarekî de tevî kulfetê xwe(dê, bav, kal, dapîr, xuşk, bira, ap, xal û hwd.) dijiya, divabû meriv xwedî baweriyekê be.

 

Dîsa, me tevan ji şîretên dê û bavên xwe dizanîbû, gava baweriyeke merive têkuz tinebe, meriv nikare rêyek rast ji xwe ra kifş bike û di wê rê da bimeşe. Anjî gava meriv di rêyeke ku di nav çiyayê mezin, zinarê bilind, daristan, tije dirî, zil, sitrîn, kevir, deşteke tev sîlek, xwezaya asê de biçe û rêzanek bi meriv ra tûne be, meriv tûcarî nagihîje dawiya rêya xwe. Merivê rêya xwe winda bike, şaş bive û gelek caran jî ji ber astengî û pirsgirêken li ser rê peydabivin nikarîbe vegere nav mala xwe.

 

Li welat divabû meriv di nav hemû tengasiyan de jî ji bîr, bawerîyen xwe ra xwedî derkeve, ji sed, hedên xwe derbas nebe û bi wê xebata xwe dilşad bive. Her weha hingê divabû ku meriv rumetê bide bawerîya xwe, wisa jî bide bawerîyên hemû kesên din, aşîtî û paqijiya xwezayiya li derdora xwe jî biparêze. Ji xwe meriv di nav van bingehan de jî dibîne ku, bav û kalên me hingê li Kurdistanê dibin hemû astengiya de jî çande û niştimanperweriya me diparastin.

 

Lê, mixabin geleka ji me ew reseniya çande û niştimanperweriya bav-kalan li vê xerîbiyê ji bo berjiwendiyên mal, komel, dezgeh, rêxistin, keseyatî û neferên mala xwe nedane berdewamkirin.

 

Birastî, dema ez bala xwe didime ser berxwedan, parastina çande, bîr û bawerîyen me yên li diyasporayê dilê min gelekî diêşe û timî dixwazim van pirsan ji xwe anjî ji we birêzan bikim:

 

Gelo ji ber çê em ew kesên ku ji Kurdistanê hatine û piraniya me eva serê 35 salan zêde li Ewrûpayê ne, lê hêjî ji maf û kêmasiyên xwe yên çandî û kulturî ra xwedî dernakevin, hejmara zarok û ciwanên me Kurdan yên ku sed û hedên xwe nasnakin û êdî bi Kurdî nizanin nabînin, gelek ji me hêjî tenê bi “siyasetê” re eleqedar dibin, lê hêjî ne xwedî tifaqeke Kurdistanîne, em gelek caran pirsgirêkên xwe yên olî, civakî, netewîtiyê ji bîr dikin, em van derfetên ku tifaq, piştgirî, dîplomasî û lobiyên  me Kurdan xurt bikin baş nasnakin, gelek ji me hêjî bi hemd naxwazin(nikarin?) bi zimanê netewiya xwe karbikin û zêde piştgiriyê didine asîmlasiyonê?

 

Her weha çima hinek ji me hêjî fahm nakin, ka sedemên hinga ku em hevûdinê dibînin û em ji hevûdinê fedî dikin çine, em nabînin ew ziman û çanda ku bi ked, zahmetên bav-kalan hatiye parastin wenda diben, kalik û nebî çima nikarin ji zimanê hevûdinê fahmbikin, ji ber çê evqas kes û malbat têne guhastin, hew baweriya neferên kulfetê malê(dê, bav, kal, dapîr, xuşk, bira, ap, xal û hwd.) bihevûdinê tê, em jî mîna gel û civakên xelqê fahmnakin ku modernîtekirin û hemdemîmayîna nav-kulturê tenê bi siyasetê, xebata çend kesan, hebûna peran û dewlemendiya malê dinyayê nayê zemtkirin, ji ber çê bav-kalên me gotine,”malê dinyayê qirêjan destane” û hwd.?

 

Belê Xuşk, bira û xwandevanên birêz,

weke ku hinek ji we hêjayan jî dizanin, min bersiva gelek ji van pirsan, li goriya zanîna xwe, di gelek nivîs û nêrînên xwe yên ku heta vêga di nav mediyayên Kurdî de hatine weşandin(mînak : Hûn dikarin ji kerema xwe ra binêrin, yên ku min di sala 1994 de *1, sala 2002 de *2,  sala 13.05.2005 de *3 û di sala 22.11.09*4 de nivîsandine.) de daye. Û ewên ku min ew hêja bibersiv nekirine jî dixwazim mîna ku sedayê mezin rahmetiyê Cigerxwîn gotî, dibêjim“HAWAR” e êdî kalik û nebiyên me Kurdan ji zimanê hevûdinê fahmnakin!

 

    • “HAWAR HEWAR!

      Hawar hewar
      Hawar hewar!
      Van çûçikan
      Genmê me xwar.

      Talan birin
      Wan dexl û pez
      Çeper çirandin
      Ketne rez.

      Hawar hewar
      Hawar hewar!
      Van dijminan
      Qada me xwar

      Hawar dikim
      Ranabî kes
      Şêx û mela
      Û pîr û qes
      Bi xaç û xişt
      Û mizgevt û
      dêr
      Em xistine
      Tora neyêr. “  Berdewama vê helbestê di *5 de ye !
    • „ KÎ HILGIRÎ VÎ BARÊ MIN
    •  Qet nerm dikî dilê neyar
    • Ev gazî û hawarê min?
    • Piştxûze, barê min giran
    • Kî hilgirî vî barê min?
      • Her roj û her êvar û şev
      • Hawar û nalîn tên ji dev
      • Guh nadine dengê me tev
      • Heval û hem cînarê min
      •  
      • Kurdên nezan û rê nenas
      • Jar û reben,birçî û xwas
      • Petrol di bin de,bê kiras
      • Nabênî xweş vî karê min“  Berdewama vê helbestê di *5 de ye !

Ez di dawiyê de dîsa weke ku min di gotara xwe ya di *6 de gotiye dibêjim, GAVA EM VAN ERKÊN XWE YÊN NETEWÎ NEYNİNE CîH, EM JÎ DİBİNE ALÎKARÊ HELANDİNA ÇANDE Û OLA KURDÎ YA HERÎ KEVNAR.

 

Kemal Tolan

04.07.10

 

 

Çavkanî*:

 

1- Kemal Tolan, DENGÊ ÊZÎDIYA – Gulan 2606 hejmar 3 rûpel 18

2- Kemal Tolan,  http://www.avestakurd.net/arshiv/avesta31/kemal%20tolan.htm , Hejmar 31, 01 îlon 2002

3- Kemal Tolan, http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/hinek-pirsgireken-helandina-ezdiyan.html

4- http://www.dergush.com/modules.php?name=News&file=article&sid=2143

5 - http://www.tirej.name/cegerxwin/4.html

6 - http://www.gelawej.net/kurmanci/modules.php?name=Content&pa=showpage&pid=349

[Kemal Tolan]