dolmetscher-sukru@hotmail.de

Platzhalter-Bild

info@suekrue-kaska.de

Daxweyani
Ji bona hemi mal ü komelém ézidiyan        datei_1208335022
Ji bona hemi kesatiyén ézidiyan
Ji bona encumené rohani é ézidiyan
Ji bina hemi rewshenbir ü niviskarén ézidiyan
Ji bona hemi dost ü pishtgiriyén ézidiyan
Em wek endamé komela kaniya sipi ya rewshenbiri ü civaki ji bini qebul nakin hed ü sed ji nav ola ézidi rabé .
Diné ézidi ne kuré rojké yan heyvké yanji hezar saliya lé diroka wi vedigeré ji hindikayi ve 8 hezar Sali ji niha ve ,ü hed ü sedé wi ne di wexté shixadi de hatiya danin ,lé li gor sebeqé qewilé ézidiya ew vedigeré destpéke chékirine kewn ,hekme bé gotin go ew vedigeré zemané shixadi silavén xwedé lébin shixadi ew tisht kir ji bona parastina ola ézidi bé gomanü armancén wi ewbu go civake ézidi bi heve girédé .ji wexté shixadi ve 1071z heta niha wi hed ü sedi ti zirar ne gihandiya kesi ne ézidi ü ne ne ézidi .wek té zanin di ézidiyé de her kes mirida ji ber her shéxik shé ü piré wi heya ü her pir shé ü piré wi heya ü her mirid shé ü piré wi heya .li védé go em gotina mirid hilinin divé em chi bikin dewsé?
Em béjin feqeh yan mela yan shemas ?
Li ser fito ew hatibu ferz kirin ji bona danheve xéré deh yek ü ta bikevé xezina male ézidiyan ji bona arikariyé li kesén hejar re ü xizmet karén lalisha nurani .ü kesé ew mal didan hev wek shéx ü pir dev ji hertishtén xwe di berdan ü jiyane xwe di kirin xizmete ola ézidi
Heke xilaf ü ne li hev kirin di navbere kesna de hebin gereke ew wan din a xwede chare ser biki ü ola ézidi nekin qurbana wan ne li hev kirina .
Wek em tevde zanin 3 xalén sor di ola ézidi de hena ewji evin (hed ü sed)
1-sherihet 2- teiqet 3- derba xirqa
Wexté em bivin wan hersé xalan hilinin chi ferq di navber me ü olén dine diminé?
Ji ber wilo ev gav heri zirare ü ziraré di gihiné ola ´ezidi .ji ber ew ferqé ji nav shéx ü pir ü mirdan di hiliné ü gava pishtre zewac wé pék pé ü yan pishtre wé zewac di navbere ézidiyan ü ne ézidiyan ji p´ek bé ü hédi ola ézidi naminé.
Ji ber wilo em vi tishti qet qebul nakin ü em ji her ézdiki ü dosté ola ézidi dixwazin go li ber van hewlidanan bi sekinin ji ber ev hewildan armance wan tina kirina ola ézidiya

Komela kaniya sipi

[Kaniya Sipi]