|
Gulê Tûkû - 8. Adarê û Nû-Jin
Axaftina mafparêza jinan, xanim Gulê Tûkû ji bo 8. Adarê 2010

Azadiya jinê, azadiya mêr e!
Xwûshkên hêja, ez bi navê koma Nû-Jin vê roja 8. Adarê li hemû kec û jinên cîhanê û bi taybetî jî li jinên kurdên Êzîdî pîroz dikim.
Ez dixwazim di vê roja me ye girîng de, hinekî li ser rewsha jina kurd û aloziyên wê bi kurtî rawestim
Xushkên birêz, birastî çi dema ez pênûsa xwe didim ser pelê kaxezê û dixwazim aloziyên jina kurd binivsim, pel xembar dibe û hibra(murekba) pênûsê jî zuwa dibe. Bi dilekî shikestî keseran dikshînim û dîsa rojê dispêrime rojan. Cardinê difikirim ku mafê jinê jî wisa bê xebat û bê berxwedan bi dest nakeve. Dibêjim, çewa ku azadiya Kurdistanê cangoriyan divê, wisa ji azadiya jinê re jî xebat û calakî divê. Lê, mixabin piraniya jinan ji bo doza mafên xwe ceger nakin û hewil nadin ku gavên pêshî bavêjin.
Weke ku piraniya we min nasdikin, ez ji avîtina gavên pêsh natirsim. Hûn dizanin, min û cend kesa, cara yekemîn di sala 2004 de kec û jinên kurdên Êzîdi, ji bo jiyaneke azad û wekhev rêxistineke azad û serbixwe koma (Nû-Jin) li bajarê Celle damezrand.
Dûre me bi dilxweshî dît kû shiyarbûnek kete nava kec - jinan, ew jî hêdî hêdî ji daxwazên xwe re xwedî derketin û mafên xwe xwastin. Raste, jinên ku li berxwedidin û dawa mafên xwe dikin, ji her aliyê civakê ve rexne li wan tê girtin. Hêjî gelek zilamên pashverû dibêjin: „ma kes ji te pê ve nemaye, ku tu doza mafê jinê bikî? Wele, evan jinan mala Kurdan xira kiriye. Jinên xebat dikin, dixwazin keç û qîzên me li ber çavên bav û birê resh bikin û hwd.“
Lê gelek ji we dizanin, ez jî timî van zilamên kurd ku weha shash difikirin rexnedikim û dibêjim: ji bo ku mêr timî bimînen mîrê malê û gotin herdem weka ya wan be, ew shêrê xebata jinê dikin. Ew dixwazin mafê jinê timî binpê bimîne û jin nikaribe bêyî wan tevgerekê bike.
Bi dîtina min, eger em karibin dîrokê çênd hazar salan pashde vegerînin û lê binêrin, emê bivînin ku jin hingê di gelek qonaxan de ji îro azadtirbûn. Weke em dizanin hin ji wan hingê jî mîr û padîsha bun. Gelek mîrek di bin destên wan de bûn. Weke nimune binêrin li rola Meyan xatunê û Edîla xanimê .
Vêca dema mêr û jin civakeke azad bixwazin, divê berî her tishtî ew azadiya hevûdinê nasbikin. Divê her kes ji me bizanibe, azadiya jinê azadiya mêr e. Serkeftina jinê, serkeftina mêr e.
Di dawiyê de dîsa dibêjim, bila 8. Adarê li hemu dayik, qîz û jinên Cihanê û bi taybeti li yên me kurdên Êzidî pîroz be!
Her biji 8. Adarê!
Silav û rêz
Gulê Tuku Endama navenda PÊC/ Seroka Nû-jin 8/03/2010.
|