|
Êzidî daxwaz dikin ku, di hikûmeta Iraqê ya nû de herî kêm wezaretekî bo wan bête veqetandin û ji Koalîsyona Kurdistanê jî xwestin ku pişstevaniya vê bikin.

Şêwirmendê Karê Êzidiyan ê Serokomarê Iraqê Celal Talebanî, Îdo Baba Şêx got, “Bi dest xistina wezaretekî bo êzidiyan şanseke başe. Ji ber ku êzidî di nava blokên mezin de komek biçûk in.”
Baba Şêx got, êzidî di nava Koalîsyona Kurdistanê de bi 6 kesan tên temsîlkirin û domand, “Divê Koalîsyona Kurdistanê vê fikrê palpişst bike. Ji ber ku endamên êzidî di nava vê koalîsyonê de ne.”
Desteya Hilbijartina Bilinda Serbixweya Iraqê, di 26’ê adarê de encamên hilbijartinên 7’ê adarê yên Iraqê eşkere kirin û hate diyarkirin ku, êzidiyan ji Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê li Nînovayê 6 parlamenter derxistine û ji kotaya Iraqê ya bo hindikeyan jî 1 endam derxistine.
Baba Şêx got, “Em hêvî dikin ku êzidî dê yek wezîrtî bigrin. Ji ber ku demokrasî bi dayîna mafên hindikeyan û garantîkirina mafan hê xurt û serkeftî dibe.”
Şêx got, ger dema li gorî kotayê bête hereketkirin, êzidî xwe wek parçeyeke Iraqê, kurd û nûnerên eyaleta Mûsilê dibînin û ji ber vê jî dîsa mafê wan a wezîrtiyê heye.
Lêkolîn nîşsan didin ku, ola êzidiyan, ola herî kevn a kurdan e. Ji ber ku hemû tekst û kitêbên êzidiyan bi kurmancî hatine nivîsandin û hemû zikr û dua bi zimanê kurmancî tên kirin.
Li gorî Destûra Bingehîna Iraqê, ji 325 kursiyên Parlamentoya Iraqê 15 kursî bo hindikeyan û qerebûyê hatine veqetandin. Ji van 8 kursi bo hindikeyan in û 5 bo mesihiyan, 1 bo sabaiyan, 1 bo êzîdiyan û 1 jî bo şsebekan e. ym AKnews
|