|
feremez xeribo:Batizmi Ü Ézidi

Disa ü disa ü carke din divé em li ser batizmiyé bi peyvin
Bi chendé caran em li ser vé mijaré axivin Gelek kes ji li ser vé yeké shtexilin wek piré héja xidir chélki lé mixabin heta niha gelek kesan deng ne
birin xwe yan navin deng bibin xwe
Lé bi ser wilo de divé em héviyén xwe ne birin ü qut nekin ü em di kuhén kesén his nakin de bakin ta ew roja em pé bi hévine bé ü em dengé hev bikin ü em bibin wek xelké
Ez navin li ser batizmiyé wek hercar bi peyvim ji ber ew hatiya nivisandin ü her kes karé lé vegeré ü bibiné ka wata wé chiye ü wilo ré ü rismé wé lé ez divim halo béjim :
Batizmi wek gelek jime zanin cejnik mitrayiya ü ew di vegeré beri hezarén sala ji niha
Ü ew li gori ré ü rismik giran té chékirin
Tishté vé yeké mikum diké agir ü hilkirne wi we pexistine chira
Ü ew tč girédan bi hijmare 7 de di gelek cihan de wek 7 roj 7 sewik 7 percha……
Li gor ez tč gehame divé batizmi ü rojén wé herdo sala bigré nava xwe sala nu ü ya kevin
Li gor salnama ézidi ü wek em zanin 14 bi hesabé zayini dibé 1 bi hesabé ézidi
Ji ber halo divé em hey ji vé yeké hebin
Wilo ji tč zanin ev cejin cejna piré aliye ü micéwré vé cejné malbata xelef é
Qubursiyé ye ji heshira dasikiye ü ew karé bi wacibé xwe rabé ü her sal béjé bé ev cejin divé kengi bé pék anin
Lé mixabin ser go ew dibéjé ji lé kesin hena dengé wi nakin wek sala debrbasbuyi (par)
Héja shikri kuré xelef č qubursiyé got ji lé kesna guhé xwe girt ü his nekir
Ü wilo isal ji hesin navin deng bikin ji ber hertishtén wan bi miqersiye ü berberiye
Ü ew divin dim li pey kesén biyani rast bibin ü bibin zilamé xelké ü kuhé xwe li cem ézidiyan bigrin
Ji kevinde wek min ditiye batizmi 15 roja berdewan diké 7 roja li toré ü 7 roja li cholé (qeléch) ü ew dest pé diké di heftiye pishti sersala hekumeté ü divé herdo sala bi hesabé me
Bigré nav xwe wek niuna
Isal cilsho ya toriya wé di roja lehdé de 3.1.2010z dest pe biké
4+5 xéra miriya ye
6pezgurana
7 gera
8 xewe kara
10 sersala toriya ye ü ew cilsho ya choliya ye
11+12 nané miriyaye
13 pez gruana
14 gera
15xewa
16kara
17 sersala choloya ye
ü halo em dibinin batizmi herdo sala yan nu ü ya kevin digré nav xwe
ü wilo rasta
lé chima kesin biya kesa nakin
hi ji wan dibéjim emé batizmiyé chékin ji ber zarokén me li malin ü em ji betalin
halo ché nabé
evé halo dibéjin herf ü hedeté xwe winda dikin
ew wé wilo zarokén xwe féri shashiyé bikin
ü hin bi hin wé hefr ü hededté xwe winda bikin
ü demé tén ew zarok wé xwe ji bini winda bikin ü wé bibin kesin biyani ji ol ü civaka Ézidiya ü chawa kesén din ji Ézidiya veqetihan ü chun ser olne din ewji wé wilo li wan bé
ü belki olke xwe nu ü cuda chékin
chawa durzi ü helewi ü zerdeshti ji Ézidiya veqetihan ewji wé wilo ji din ü ola Ézidiya veqetin ü bibin ji olka din
ji ber wilo em hévi dikin ev kesén halo hey ji vé yeké hebin ü li herf ü hedeté xwe bibin xwedi ta zarokén wam winda nebin
li aliyé din em bang dikin li hemi Ézidiya ü em hévi dikin ew dengé me bikin ta tifaqik bash di nav ézidiya de bé ava kirin
ü wek ji kevin de me nas kiriya em batizmiyé 15 roja chékin em disa wilo biminin bi hindikayi ü ne 3 yan 4 batizmiya chékin
ta xelk me nas bikin go em karin dengé hev bikin ü tifaqa ava bikin
feremez xeribo 28.12.2009z
|